
Koordînasyona KJK’ê bi hatina sala nû ya 2021’an, eşkere kir “Tevî hemû zor û zehmetiyan, jinan di sala 2020’an de dest ji berxwedan û têkoşînê bernedan.” KJK’ê bang li tevahî gel û pêkateyên li Rojhilata Navîn taybet li jinan kir ku li dijî dewleta Tirk a zordar, ku xwedî heman mejî û hişmendiya DAIŞ’ê ye, berxwedan û têkoşîna hevpar mezin bikin.
Bi dawîbûna sala 2020’an û destpêkirina sala nû re, Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek da û banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir.
KJK’ê bi bîr xist
“Pergala desthilatdar tu carî nikare pirsgirêkên mirovahiyê û jinan çareser bike. Ev pergal tenê bi şer, bêkarî, birçîhiştin û koçberkirinê dizane û bendemayina alîkariya ji wê, tê wateya bendemayina alîkariya ji kujerê xwe.”
KJK’ê destnîşan kir ku sekn û berxwedana Rêber Ocalan a li Îmraliyê dîrokî ye û anî ziman “Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd, di afirandina Nûjentiya Demokratîk de bi rola pêşengiyê ji bo mirovahiyê tevî radibin.”
KJK’ê got:
“Jin bi hinceta vîrûsa Coronayê li tevahiya cîhanê li malê hatin hiştin û bi vî rengî bi tundî û destavêtina mêr re rû bi rû man.
Lê tevî hemû zor û zehmetiyan jî jinan sala 2020’an dest ji berxwedanê bernedan û li ber polîtîkayên serweriya mêr rabûn.”
KJK: Jinên Kurd li dijî her cureyên tundiyê li ber xwe da
KJK’ê rol û berxwedana jina Kurd li dijî dijmin bi bîr xist û da zanîn ku
“Tevî hemû zext, êşkence û êrişên giran jî jinên Kurd; bi daxwaza azadiyê li ber xwe dan û li dijî dewleta Tirk ku dewleta herî faşîst û mêtinger e, li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûr li ber xwe dan û bi erka pêşengiya berxwedanê rabûn. Li dijî dewleta Îranê jî, jinên Kurd bûn muxalefeta bingehîn û teslîm nebûn.”
KJK: Em banga xurtkirina têkoşîna hevpar li tevahî gel û jinan dikin
Koordînasyona KJK’ê dawiyê bang li tevahî gel û pêkhateyên li Rojhilata Navîn, taybet li jinan kir, ku li dijî dewleta Tirk ku xwedî heman mejî û hişmendiya DAIŞ’ê ye, berxwedan û têkoşîna hevpar mezin bikin.