2 MÎLYON ZAROK LI SÛRIYÊ LI DERVEYÎ DIBISTANAN E

Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa mirovahî û perwerdehiyê li Sûriyê daxuyanî da.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 2 mîlyon zarok li Sûriyê, ji mafê xwendinê bê par mane.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de tê diyarkirin ku zêdetirî 80 ji sedî ji civaka Sûrî, di rewşeke xizaniyê ya zehmet de ne.

Niha li Sûriyê zêdetirî 2 mîlyon zarok li derveyî dibistanan e.

Hîna pêdîviya zêdetirî 11 mîlyon kes bi alîkariyê heye.

Ji xwarin û vexwarinê bigire heta tenduristî, ewlehî û rêbazên jiyanê.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Sûriyê ne tenê koçberî heye, zêdetirî 6 mîlyon û 200 hezar kes li hundir bê cih û war e.

Leave a Reply

Back to top button