Rojnameya Bild a Almanî sûcên şer ên Tirkiyê raxist ber çavan

Rojnameya Bild a Almanî sûcên şer ên dewleta Tirk li Eyn Îsayê eşkere kir û diyar kir ku bi hezaran şêniyên navçeyê ji ber êrîşên Tirkiyê yên rojane direvin û Enqera dixwaze navçeyê dagir bike. Rojnameyê destnîşan kir ku Rûsya bi rola garantor ranabe û tenê temaşekerê êrîşen e. 

Di çapemeniya cîhanê de jî, topbarana dewleta Tirk li ser sivîlên Eyn Îsayê, cihê xwe girt.

Topbaran dagikeran a domdar, jiyana şêniyên Eyn Îsayê kiriye dojeh.

Sivîl ji ber van êrîşan êşê dikşînin û bi darê zorê koç dibin, bi vê yekê rûyê rasteqîn ê siyaseta Erdogan eşkere dibe.

Rojnameya Bild a Almanî ronî avêt ser zehmetiyên xelkên Eyn Îsayê û got:

“Bi hezaran şêniyên navçeyê ji ber bombeyên Erdogan ên rojane direvin û Enqere dixwaze bi çi temenî be, Eyn Îsaya stiratîjîk dagir bike.”

Ronameyê îşaret bi êşkişandina şêniyan di dema çeteyên DAIŞ’ê de jî kir û anî ziman ku Tirkiyê bi çeteyên xwe, hewl dide Eyn Îsayê dagirker bike, da rêya M4 a ku dighêje Kobanê û Reqayê kontrol bike û QSD’e ji deverê derxîne..

Rojnameya Bild bi bîr xist ku hejmareke şêniyên navçeyê ji malên xwe derketine û li çolan li ber serm û seqemê dimînin.

Qaşo ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser navçeyê, berî 2 rojan Wezareta Parastina Rûsyayê, yekîneyên polîsên xwe yên leşkerî belav kirin.

Lê Rojnameya Bild a Almanî dibîne ku polîsên Rûsya nikarin garantiya agirbestê bikin, ne jî aştiyê pêk bînin û ew tenê bi rola temaşekirinê radibin.

Li gel van hêzên Rûsî, hêzên hikumeta Şamê jî şeklî li navçeyê ne.

Li vir tenê yek rastî heye, ku li ser erdê ji bilî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ti hêz parastina sivîlan ji topên hovên Tirkan nakin.

Back to top button