Hêzên Asayîşê: Îsal 106 şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin jihevxistin

Hêzên Asayîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya xebatên xwe yên 2020’an eşkere kir.
Hêzên Asayîşê di vê salê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, komên çete û torên ku aramiya civakê dikin hedef, têkoşîneke girîng û serketî meşand.

Hêzên Asayîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê, bîlançoya xwe ya sala 2020’an eşkere kir.

Berdevkê fermandariya giştî ya Asayîşê Elî Hesen bîlnçoya salê xwend.

Daxuyanî weha ye:

Di 2020`an de, gelek bûyerên girîng rû dan.

Hêzên me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavên lêgerînê û têkoşîna li dijî şaneyên veşartî meşandin.

106 şaneyên DAIŞ’ê hatin ji hev xistin.

Di encamê de, îsal 106 şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji hev xistine.

Bi sedan çek, madeyên teqemenî hatin desteserkirin. Serçete û berpirsên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Gelek serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hêzên me di 2020`an de hemleyeke taybet a têkoşîne li dijî madeyên hişbirê jî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin.

Di encamê de gelek madeyên hişbirê hatin desteserkirin û 933 sûcdar hatin girtin.

933 sûcdarên madeyên hişbirê hatin girtin

Pêngava “Jiyan Berpirsyarî ye” dê heta 26.06.2021`an angu Roja Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê dewam be.

Berdevkê Asayîşê diyar kir ku 391 mayîn û 21 kemberên teqîner hatin bêbandorkirin, her wiha 271 hawin û obus jî hatin paqijkirin.

391 mayîn û 21 kemberên teqîner hatin bêbandorkirin.

Hejmara kesên ku bazirganiya parçeyên dîrokî jî dikin, gihaşt 190 kesan.

190 kesên ku bazirganiya parçeyên dîrokî hatin girtin.

Di warê sextekirina diravan de beşa têkoşîna li dijî sûcan, hejmarek pereyên Emrîkî û Sûrî yên sexte desteser kirin.

Endamên hêzê bi rêjeya ji sedî 15 zêde bûn. 75 dewreyên perwerdeyên giştî û pisporî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin.

4 hezar û 596 endam ji wan dewreyan derçûn. 35 endam şehîd ketin û 74 jî birîndar bûn.

35 endamên me şehîd ketin û 74 jî birîndar bûn.

Hezar û 467 gilî hatine pêşwazîkirin

Hêzên Asayîşa-Jin jî di dirêjahiya 2020`an de, gelek xebat dan meşandin.

Jê avakirina komîteyên perwerdeyê li herêmên Reqa û Cizîrê. Çalakkirina gelek nivîsgehên hêzê li herêma Dêrazorê.

Rêjeya zêdebûna hejmara endaman û pêk-anîna dewreyên perwerdê.

5 navendên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin.

5 bûyerên bikaranîna hişbirê.

7 hezar û 467 gilî hatin pêşwazîkirin.

78 bûyerên kuştinê. 54 bûyerên xwekuştinê.

6 bûyerên sextekirina belgeyên fermî û 1 sextekirina diravan.

35 bûyerên fihûşê. 27 bûyerên diziyê.

Hezar û 807 jin hatin girtin û hezar û 291 jin hatin berdan.

Hêzên Asayîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawiya daxuyaniyê careke din soz da gel ku ewê erkên xwe pêk bînin, gel û milkên şêniyan biparêzin.

Back to top button