LI SER DAXWAZA RÛSPIYÊN HERÊMÊ 283 GIRTIYAN BERDIDE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew ê 283 girtiyên ku bi ecindeyên derve hatibûn xapandin û destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye, li ser xwesteka rûspiyên herêmê, serbest berde.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî îro li navenda xwe ya li navçeya Ey Îsa civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de ragihand ku ew ê 283 girtiyên li gel hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî serbest berdin.

Di daxuyaniyê rêveberiyê de weha tê gotin:

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser xwesteka rûspî, şêxên eşîran û kesayetên ku bandora wan di nava civakê de heye, ji bingeha efûkirinê û hîskirineke bilind ji berpirsyariyê biryar da ku îro 283 girtiyan ku zarokên gelên me yên Sûriyê ne, serbest berdin.

Wan kesan rê winda kirin, ne li gorî kevneşop û adetên civaka Sûriyê tev digeriyan û zagon binpê dikirin.

Hindek ji wan bi ejinde û projeyên desthilatdaran hatin xapandin û bi sedema wan bajar û gundên me hatin rûxandin.

Em destek, hezkirin û efûkirinê didin wan.

Em derfet ji bo derfetên kar ji wan re peyda bikin da ku li jiyana xwe ya di nava civakê de vegerin.

Em hêvîdar in ku malbat, rûspî û şêxên eşîrên wan piştî ku rêya xwe winda kiribûn û careke din li rêya rast vegeriyan ku rola wan a baş û aktîf bigirin.

Werin em bi hev re destê hev bigirin û li pêşiya xwe binêrin, hewl bidin birîna ku di aloziyê de çêbûye, ji bîr bikin û parastina welatê xwe bikin.

Leave a Reply

Back to top button