Bi boneya sala nû li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, Rêveberiya Dibistanan ji zarokan re şahiyek li dar xist.
Şahî li baxçeyê zarokan a Feraşîn a taybet bi malbatên şehîdan a li navçeya Dirbêsiyê, hat lidarxistin.
Şagirt û malbatên wan, mamoste û endamên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a li navçeyê tev li şahiyê bûn.
Rêveberiya Dibistanan bi vê boneyê diyarî li zarokên şehîdan ên li Dibistana Şehîd Ebdulrehman Dêrikî ya li navçeyê belav kirin.