Endamê hêzên Asayîşê Ehmed Erûr li Dêrikê hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Dêrikê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Erûr li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Endamê Hêzên Asayîşê Ehmed Erûr di encama krîza dil de şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat li darxistin û bi sedan şêniyên Dêrikê tevli merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Asayîşê û Meclisa Gel a Dêrikê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşme û tililiyan hat oxirkirin.

Back to top button