ÇALAKIYA NASIR YAGIR DI ROJA 102’AN DE YE

Berxwedana Endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 102’an de ye.
Her wiha çalakiya Endama Meclisa Iştar ya li Mexmûrê Fedîla Tok jî di roja 42’an de ye.
Li aliyê din jî çalakiyên grevê yên Başûrê Kurdistanê belav dibin û êdî çalakî dikevin nava malan de jî.
Ciwanekî ji navçeya Pêncewîn di mala xwe de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Berxwedana Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di roja 102’an de ye.

Yagiz ê ku tenduristiya xwe pir xerab bûye, jî dibêje ewê heta serkeftina armnaca xwe çalakiya xwe bidomîne.

Îro şandeyek ji saziya Gaziyên Kurdistanê yên li Rojavayê Kurdistanê serdana Nasir Yagiz kirin.

Li ser navê şandê Dilan Hacî diyar kir ku bi van çalakiyan ewê serkeftinê bidest bixin.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROJA 42. DE YE

Her wiha çalakiya li Wargeha Mexmûrê jî di roja 77’an bi biryardarî dewam dike.

Şandek ji Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ya Silêmaniyê serlêdana çalakiyê kir.

Endamên şandê gotin ku ewê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin.

Di heman demê de berxwedana endama Meclisa Iştar ya Mexmûrê Fedîlê Tok di roja 42’an de ye.

KOMA 40’AN ÇALAKIYA LI SILÊMANIYÊ DEWIR GIRT

Çalakiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî jî di roja 78’an de ye.

Şevê din çalakî ji aliyê koma 40’mîn ku ji welatiyên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê dewir hat girtin.

Li ser navê koma 40’an Nerîman Mihemed axaftinek kir û banga xurt kirina berxwedanê kir .

LI PÊNCEWÎN CIWANEKÎ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Li alyê din piştî Hewlêr, Mexmûr, Silêmanî û Kelarê greva birçîbûnê derbasê navçeya Pêncwên jî bû.

Ciwanê bi navê Yunis Umer yê ji navçeya Pêncewîn di mala xwe de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Yunis di malpera xwe ya civakî de, li ser çalakiya xwe daxuyaniyek belav kir û got:

“Ji bo ku em jî erkê xwe hemberî berxwedana Leyla Guven û hemû çalakvanan pêkbînin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ez jî dikevim greva birçîbunê.”

Leave a Reply

Back to top button