Girtiya Îranî Nisrîn Stodah xelata Roosevelt a mafên mirovan a sala 2020’an girt

Navenda Mafên Mirovan a Yekîtiya parêzerên Amerîkî ragihand ku ew ê xelata Eleanor Roosevelt ya 2020’an bidin 3 kesan, yek ji wan jî parêzera Îranî ya girtî Nisrîn Stodah ye.

Malpera Boroya Parêzerên Amerîkî vîdyok ku tê de Serokê Yekîtiya Boroya Parêzerên Amerîkî Jems Wayn sedemên hilbijartian Nisrîn Stodah weşand.

Jems diyar kir ku Nisrîn çalakvaneyek wêrek û dilsoz e, hem jî parastina mafên mirovan dike.

Parêze Nisrîn ji girtîgeha ku tê de ye peyameke bi vîdyo şand û got:

”Parastian Mafên Mirovan tişteke pîroze, ji ber vê hilbijartina min ji vê xelatê re pir girînge ji bo min.”

Xelata Eleanor Roose-velt yek ji xelatên herî girîng ê Mafên Mirovane, ji ber ku teşwîq lidarxistina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan kir.

Xelat her sal ji kes û rêxistinên ku ji bo pêşketina mafên mirovan li çar aliyê cîhanê xizmetên hêja pêşkêş dikin re tê dayîn.

Back to top button