Rêveberiya kampa Holê qefla 9`an yên koçberên Sûriyê yên ku dixwestin vegerin herêmên xwe ji kampê derxistin.
Qefla ku îro derket, ji 111 malbatan ango ji 385 kesan pêk hat piraniya wan jin û zarok bûn û ji bajarên Reqa û Tebqayê ne.
Ji bo ku ev koçber bê zirar bighêjin cihê û warên xwe hêzên Ewlekariya Hundirîn ew radestî xizmên wan kirin.
Beşê 8`an jî di 21`ê vê Kanûnê de ji kampê derketibû.