SOHR: Vê salê li Sûriyê hezar û 236 kes di êrîşên balafirên Rûsyayê de hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ragihand ku vê salê, di encama êrîşên balafirên Rûs de li Sûriyê hezar û 236 kes hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di sala 2020’an de balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêmên cuda yên Sûriyê, 8 hezar êriş pêk anîn.

Hat gotin ji ber van êrişan, 235 jê sivîl, zêdetirî hezar û 236 kes hatin kuştin.

Artêşa Tirk ya dagirker 50 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Artêşa Tirk ya dagirker jî, berbanga vê sibehê, 50 maşîneyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk ji deriyê Kerfer Losîn derbasî Idlibê kirin.

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Sûrî, ji Adarê ve û heta niha, jimara maşîneyên dagirkeriya Tirkiyê ku li Idlibê hatine bicihkirin, derket 11 hezar û 130.

Back to top button