YE û Birîtanya li ser pêvajoya aborî ya piştî brexitê îmze kirin

Di navbera lîderên YE û Birîtanyayê de piştî lihevkirina pêvajoya Brexit ê li ser mijara aboriyê îmze hate avêtin.

Li Brukselê di navbera YE û Îngilîstanê de li ser mijara aborî û lihevkirina Kar bi merasîmekê îmze hatin danîn.

Di peymanê de li ser navê YE Serokê Konseya yekîtiyê Charles Michel û Seroka komisyona yekîtiyê Ursula von der Leyen amade bûn.

Piştî vê kaxeza îmze hatî kirin ji bo Îngilistanê hate şandin da ku serokwezîr Boris Johnson jî îmze bike.

Her çiqasî parlementoya Ewropa ev biryar erê nekiribe jî lê ji 1’ê Çileyê ve ev biryar wê bikeve meryetê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêvajoya Brexit ya derketina ji YE di hezîrana 2016’an de despê kiribû.

Bi refernadûmê Îngilistan, Galer, Bakurê Îrlanda û Îskoçya ku Birîtanya pêk tîne, ji sedî 52 biryara derketina ji YE dabûn.

Bi despêka sala 2021’an re êdî wê ew welatan bi xwe biryarên xwe bidin.

Back to top button