DYA firotina çek û cebilxaneyan ji bo Siûdî û Kiwêtê erê kir

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku firotina çek û cebilxaneyê ji bo Erebistana Siûdî û Kiwêtê erê kiriye.

Wezareta Parastinê ya DYA da zanîn ku Wezareta Karên Derve firotineke muhtemel a 3 hezar bombeyan ji bo Erebîstana Siûdiyê erê kiriye ku ev yek di çarçvoeya peymanekê bi 295 milyar dolarî de ye.

Ev yek di rojên dawîn ên peywira serokê DYA’yê Donald Trump de pêk tê.

Tevî ku serokê nû Jeo Biden soza rawestandina firotina çekan ji bo Siûdiyê dabû lê biryar hate erêkirin.

Pentegonê bi daxuyaniyeke cuda da zanîn ku Wezareta Karên Derve her wiha firotina helîkopterên ji cureya ‘Apache’ û parçeyên sîstema moşekên ‘Patriot’ ji bo Kiwêtê erê kiriye.

Ev yek jî weke di çarçoveya du peymanan de ku digihêjin 4.2 milyar dolarî, destnîşan kir.

Her wiha hate ragihandin ji bo Misrê jî bi bihayê nêzî 200 milyon dolar wê çekên pêwist werin firotin.

Ji bo ev firotin pêk neyê, pêwiste di nava 30 rojan de ji kongreyê bertek derbikevin.

Back to top button