Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çete û leşkerên dewleta Tirk yên li Efrînê çalakiyên xwe didomîne.
Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên dawî de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên ku pêk anîne ev agahî dan.
1’ê Adarê Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora gundê Kil Cibrînê ya herêma Ezazê 2 xalên leşkerî ya koma çeteyên Firqet El Mutasim hedef girtin û çalakiya serdegirtinê lidar xistin.
Di vê çalakiyê de di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û çeteyan de şer derket.
Di encamê de 8 çete hatin kuştin û û gelek cebilxane ket testê Hêzên Rizgariya Efrînê.
Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî komek çeteyên ku xwestin xwe bigihînin cîhê çalakiyê û kuştî û birîndarên xwe rakin, çalakiya sabotajê pêk anîn.
Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Di encama her du çalakiyan de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.