Di êrişeke terorî de, kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê çêbûn

Dezgehên çapemenî ya girêdayî hikumeta Şamê daxuyand ku di encama êrîşa terorîstî de ku li ser rêya Dêrazor û Tedmurê de pêk hat 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Kanala Sama ya girêdayî hikumeta Şamê wiha daxuyand: “Nêzî saet 3:00’an piştî nîvro, êrişeke terorî li dijî basekê li ser rêya Dêrazor û Tedmurê de ya li herêma Kebacibê pêk hat.

Di encamê êrîşê de 28 şênî şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn.”

Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku 30 kes ji endamên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê kemînek ji 3 basên veguhastina endamên hêzên hikumeta Şamê re li ser rêya Humis-Dêrazorê vegirt.

Di encamê de 30 kes hatin kuştin û 15 birîndar bûn.

Back to top button