Li ser rêya Humis-Dêra Zorê 37 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê kemînek ji 3 basên veguhastina endamên hêzên hikumeta Şamê re, li ser rêya Humis-Dêra Zorê vegirtibûn û di encamê de 37 leşker hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, duh çeteyên DAIŞ’ê kemîn li çola Şola ya li ser rêya Himis-Dêra Zorê danîbû, di encama êrîşê de termê gelek leşekeran şewitîn.

Heman çavkaniyê da zanîn ku 37 leşker di nav de, 8 efser hatin kuştin û jimarek bi giranî birîndar bû.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê jî ragihand, ku ji ber êrîşeke terorîst li ser rêya Dêra Zor û Tedmurê ya li herêma Kebacibê, 25 kes hatin kuştin û 13 birîndar bûn.

Back to top button