Amerîka: Ti komîteyeke hevbeş bi Tirkiyê re nehatiye avakirin

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavîşoglu ragihand ku Amerîka pêşniyar kiriye komîteyeke hevbeş, derbarê cezayên KATSA were avakirin û Tirkiye qebûl kiriye.

Çavîşoglu idia kir ku Enqere ev pêşniyar qebûl kiriye, ji ber ew her dem bi diyalogê re ye û niha lêkolîn li ser asta pisporan di navbera her du welatan de tên kirin.

Lê Wezareta Derve ya Amerîka gotinên Çavîşoglu derewandin û teqez kir ku ti komîte ji bo dosyaya S-400 bi Tirkiyê re nehatiye avakirin.

Berdevkê Wezareta Amerîkî ji ajansa nûçeyan “TAS” a Rûsî re axivî û diyar kir ku ti komîteyeke taybet bi qanûna KATSA, yan metirsiya S-400 li ser firokeyên F-35 nehatiye avakirin.

Berdevkê wezaretê da zanîn ku têkiliyên her du welatan bi van cezayan bandor bûne û teqez kir ku Waşington li ser siyaseta cezayan bi rijd e.

Back to top button