Li Yemenê, jimara qurbanên êrîşa li ser balafirgeha Edenê bilind dibe û heta niha 25 kes hatine kuştin û 110 birîndar bûne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Yemenê bi daxuyaniyekê, bîlançoya dawî ya qurbanan ragihand û diyar kir ku dibe jimar bilindtir bibe, ji ber ku rewşa gelek birîndaran giran e.
Duh li balafirgeha Edenê, dema gihîştina balafira hikumeta Yemenî ya nû de, 2 teqînên bi hêz çêbûn, lê ti ziyan negihîşt endamên hikumetê.
Wezareta Derve ya Amerîka, bi daxuyaniyekê, ev êrîş şermezar kir û diyar kir ku hin aliyên kirêt, dixwazin aramiya Yemenê têk bibin.
Wezaretê teqez kir ku gelê Yemenê hêjayî aştiyê ye û ev êrîş, nikarin hewldanên çareseriyê li Yemenê asteng bikin.
Serokwezîrê Yemenê: destê Îranê di êrîşê de heye
Îro jî, Serokwezîrê Yemenê Mu’în Ebidulmelik eşkere kir ku li gorî agahiyên di destê hêzên ewlehiyê de destê Îranê di êrîşa duh a ser Edenê heye.
Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşa duh a ser balafirgeha Edenê şermezar kir û Koalisyona Erebî li ser nearamiya li Yemenê tewanbar kir.