Li Beyrûtê hêzên ewlekariya Libnanê çeteyekî DAIŞ’ê, girt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Libnanê bi daxuyaniyekê diyar kir, duh li Beyrûtê çeteyekî DAIŞ’ê, hat girtin.
Li gorî daxuyaniyê, ew çete ji Sûrî ye û têkiliyên wî bi şaneyeke DAIŞ’ê ya li Sûriyê heye.
Çete jî li xwe mukir hat ku wî xwe li ser amadekirina bombeyan perwerde kiriye û hewl daye teqînan li Beyrûtê pêk bîne.