Somal..ji ber şerekî xwe bixwe 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Somalyayê, di encama şerekî xwe bixwe yê çeteyên DAIŞ’ê de, 3 çete hatin kuştin.

 

Li gorî ajansa nûçeyan a Somalyayî, li çiyayê El-Miskad  li bakur-rojhilatî Somalyayê, şerekê navxweyî di nava çeteyên DAIŞ’ê de rû da.

Di encamê de, 3 çete hatine kuştin û gelek jî hatin birîndarkirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku, piştî nexweşketina serçeteyê DAIŞ’ê Ebdelqadir Mumin pevçûn li ser şûngirtina wî derketiye.

Back to top button