Navenda Ragihandinê ya Trafîka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Eşref El-Hîlal, eşkere kir.
Navendê anî ziman ku Eşref El-Hîlal li Minbicê di dema pêkanîna erka xwe li hemberî gel û xaka xwe de, şehîd bû.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkê sersaxî ji malbata şehîd Eşref El-Hîlal re xwest û soza mayîndekirina aramî û ewlehiyê li herêmê û şopandina rêya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:
Seîd bi nasnav Eşref El-Hîlal, li gundê Ewseclî yê mezin ji dayîk bûye, 11’ê Mijdara 2020’an li Minbicê şehîd bû.