Artêşa Tirkî gundekî Kanî Masî yê Dihokê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundekî devera Kanî Masî ya Dihokê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker duh êvarî gundê Kîste yê herêma Kanî Masî ya bajarê Dihokê da ber topan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Roj NEWS’ê, Tirkiyê top ji topavêjên xwe yên li xaka Başûrê Kurdistanê, barandine.

Ti agahî heta niha der barê ziyana topbaranê de bi dest neketine.

Berî niha jî, balafirên dagirkeriyê gundê Bankê Jîrên ê Zaxoyê, her wiha Geliyê Pîra yê rêzeçiyayê Şîrîn bombebaran kiribûn.

Back to top button