GELÊ ÊZIDÎ BI RÊXISTINA XWE BERSIVA ÊRÎŞAN DIDIN

Li ser êrîşên ji bo dagirkerina navçeya Xanesorê ya Şengalê re du sal derbas bûn.

Li Xanesoê planên dewleta Tirk û hevkarên wê binketin:
Berxwedana gelê Şengalê ya li dijî dagirkeriyê li herêmê bû mînakek bêhempa.

Desthilatdaran timî Şengal ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne.

2’yê Adara 2017’an komek çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ êrîşê Xanesora Şengalê kirin.

Di serî de şervanên YBŞ û YJŞ’ê xwestin bi riya diyalogê pirsgirêkê çaraserbikin û fêm bikin.

Çekdarên ku bi ser PDK û dewleta Tirk rê li pêşiya diyalogê girtin..

Sibeha 3’yê Adarê bi çekên giran dest bi êrîşan kir.

Şervanên YBŞê û YJŞ’ê û hêzên asayîşê bersiva dan.

Dema êrîşê, du gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) hewil dan ku navbeynkariyê bikin.

Lê endamên wê koça çekdar êrîş kirin ser wan û herdu gerîla şehîd bûn.

Şerê destpêkê nêzî 3 saetan dewam kir.

Di şer de 4 şervanên YBŞ’ê û endamekî asayîşa Êzidxanê şehîb bû.

Koma çekdar ne tenê şervan, lê belê êrîşî rojnamevanan jî kir.

Di encamê de rojnameger Nûjiyan Erhan jî birîndar bû.

Nûjiyan piştî 19 rojan li Nexweşxaneya Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.

Ev yek li xweşiya gelê Kurd nehat.

Ji Şengal, Ewropa û her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên vê koma çekdar çalakî pêk hatin.

Êrîşê şermezar kirin û weke fermana 74’an binavkirin.

14 Adarê bi hezaran kes ji rojava û Şengalê li ber çeperên wan hêzan çalakî pêk anîn.

wê hêza çekdar çalakger gulebaran kirin û di encamê de endama TAJÊ Nazê Yanif şehîd û 10 kes birîndar bûn.

Berî êrîşê li Enqereyê di navbera AKP’ê û PDK’ê de civînek pêk hat û li gorî çavdêran plana êrîşê ji wir hat.

Wê demê Cîgirê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak got:

“Eger pêşmerge nekarin wan hêzan ji Xanesorê derbixin, em ê wî karî bikin.”

Plana dagirkirina Xanesorê hate şikandin, lê hewldanên hikûmeta Tirkiyeyê dawam bû.

25’ê Nîsana 2017’an artêşa Tirk a dagirker çiyayê Şengalê û Qereçox yê Mexmûrê bombebaran kir.

Lê tevî van êrîşan jî weke her car planên dewleta Tirk li dijî kurdan bibin ket.

Gelê Êzidî niha bi berxwedan û rêxistina xwe bersiva komkujiyan didin.

Belê dibe ku bi ev berxwedan bi gotinek tenê ya şervana YPJ’ê ya ji bo pirsa zarokê êzdî yê hatibû rizgarkirine.

Leave a Reply

Back to top button