“Emê li her qadan bin û teqez serkeftinê misoger bikin”

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Herêma Efrînê, bi armanca xwedîderketina li çalakiya gerva birçîbûnê û berxwedana girtiyên siyasî daxuyanî da.

Daxuyanî li Peymangeha Viyan Amara ya navçeya Ehdasa Şehbayê bi tevlîbûna xwendekarên peymangehê hate dayin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

Dewleta tirk bi hevkariya hêzên hegemonîk li ser axa Kurdistanê dixwaze bi xeyalên xwe yên Osmanî xwe nû bikin.

Li hember êrîşên dewleta tirk berxwedana gelan didome.

Pêngava Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi navê “Dem dema azadiyê ye” polîtîkayên dewletên faşîst ên li dijî kurdan, bi bin xist.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan, girtiyên siyasî xeta berxwedanê hilbijartiy e.

Weke Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger, emê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya di zindanan, derkevin.

Em ê li her qadan bin û teqez serkeftinê mîsoger bikin.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Back to top button