Almanya serokatiya YE dewrî Portugal kir

Serokwezîra Almanya Merkel serokatiya demkî ya YE dewrî serokwezîrê Protekîz Costa kir.

Antonio Costa nameyên navbera xwe û Merkel de li ser hesabê xwe yê twitterê weşand.

Merkel diyar kir ku di dema serokatiya wan ya YE de, zehmetiya herî mezin vîrûsa Corona bû.

Costa jî îşaret bi Merkel ki rû got, ji bo domandina xebatên we û wergirtina dema serokatiyê ji we ji bo Portugalê berpirsyarî û xururek mezine.

Costa ji bo paşerojê jî anî ziman ku ewê li ser polîtîkayên civakî û bûyerên stratejîk yên li cîhanê bixebitin.

Portugal ya ku cara 4. erkê serokatiya demkî ya YE werdigre wê girîngiyê bide li ser rojeva vîrûsa Corona û xebatên pêşxistina aborî yên yekîtiyê.

1’ê Çile û pêde êdî ji bo 6 mehan wê Portugal serokatiya demkî ya YE yê be.

Back to top button