20 KES JI HÊZÊN REJÎMÊ Û ÇETEYAN HATINE KUŞTIN

Şer û topbaran li herêmên gundewarê Idlib û Hemayê bi dijwarî didome.
Di encamê de zêdetirî 20 kes ji hêzên rejîma Sûrî û komên çete yên tundraw hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku li herêmên Hema û Idlibê navbera hêzên rejîmê û çeteyan şer gurtir dibe.

Koma çete ya bi navê Ensar Tewhîd li dijî nuqteyên hêzên rejîmê yên li herêma Mesasinê ya gundewarê Hemayê êrîşeke pêk anî.

Di encama êrîşê de 20 ji hêzên rejîmê û çekdarên wê û 5 çeteyên Ensar Tewhîd hatin kuştin.

Li gorî çavdêriyê, ji Îlona 2018’an ango ji dema peymana Rûsya û dewleta Tirk li ser Idlibê, 353 kes hatine kuştin.

Ji van 152 sivîl in..

118 ji hêzên rejîmê û 83 çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button