Îran ragihand wê tazmînatê bide malbatên kesên mirî Ukrayna jî bertek nîşan da

Îranê ragihand ku ew ê tazmînatê bidin malbatên wan kesan ku di balafira Boîngê de mirine. Ukraynayê jî ji ber lêpirsîn bidawî nebûye, helwest nîşan da.

8’ê Çile ya 2020’an dema ku balafira Boîngê di ser Îranê re berê xwe da paytexta Ukrayna Kievê, bi moşekeke Îranê, ku li gorî wan ‘bi şaşî’ ye, ketibû.

Di balafirê de 85 jê welatiyên Kanadayî 176 kes miribûn.

Îranê ragihand lêpirsîna têkilî bûyerê ku ev bi mehan didome wê rojên pêş ragihîne û got ew ê tazmînatê bidin malbatan.

Di vê çarçoweyê de wê serê her malbatê 150 hezar dolar tazmînatê bide.

Lê rêveberiya Ukraynayê xwest ku li benda lêpirsîna derheqê ketine balafirê bimînin, berpirs jî li gorî vê werin darizandin.

Berdevkê Karê Derve Oleg Nîkolenko diyar kir hê rapora teknîk negihaye ber destê wan.

Serokomariya Îranê ya ku biryara tazmînatê ragihandî diyar kir biryara li ser tazmînatê wê nebe asteng ku kesên ji ketina balafirê berpirs neyên darizandin.

Back to top button