Cîgira serokê parlemenê banga rawestandina şandina çekan ji Tirkiyê re kir

Cîgira serokê parlemena Almanyayê bang li hikûmetê kir ku şandina çekan ji bo Tirkiyê rawestîne.

Cîgira serokê parlemena Almanyayê Claudia Roth ji Ajansa Nûçeyan ya Almanyayê ya girêdayî hikûmetê re, derbarê têkiliya Almanyayê bi dewleta Tirk re axivî.

Claudia Roth got:

“Dem hatiye ku nameyek yekser ji Tirkiyê re were dayîn ku Almanya û Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê nadin desthilatdariya zalim ya li Tirkiyê.”

Claudia Roth bang li hikûmeta Alman kir ku zextên xwe li ser dewleta Tirk zêde bike.

Claudia Roth daxwaz ji hikûmetê kir ku şandina çekan ji bo Tirkiyê yekser rawestîne.

Back to top button