KNK: Divê gelên Kurdistanê sala 2021’an jî bikin sala têkoşîneke mezintir

KNK’ê sersal pîroz kir û diyar kir ku ew hêvîdar in gelê Kurd sala 2021’an bike sala xebat û têkoşîneke mezintir.

Konseya Rêveber a KNK’ê sala nû li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz kir û peyamek weşand.

KNK’ê di destpêka peyama xwe de êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gelên Kurdistanê bi bîr xist.

KNK’ê destnîşan kir ku di şerê Rojava de, gelê Kurd li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, di nav xwe de yekdengiyek xurt pêk anî.

KNK’ê got ku divê Kurd bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagirkeran serûbin bikin.

Konseya Rêveber a KNK’ê hêvî kir ku gelên Kurdistanê sala 2021’ê jî bikin sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir.

Back to top button