TEMELLÎ: EM DIXWAZIN QERSÊ BIKIN BAJAREKÎ MÎNAK

Ji bo hilbijartina Herêmî ya li tirkiye 28 roj man e.
Xebatên HDP’ê yên hilbijartina herêmî bi nêzîkbûna dema hilbijartinê re zêde dibin.
Hevserokên giştî yên HDP’ê rojane civînên gel lidar dixin û serdana dikandaran dikin.
Temellî di peyama xwe ya li Idirê de got,
Îdir duh jî ya me bû, îro jî ya me ye û dê sibê jî ya me be.

Xebatên Hilbijartina Herêmî yên HDP’ê bi lez dewam dikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Qersê.

Sezaî Temellî der barê girîngiya hilbijartina 31’ê Adarê û girîngiya wê ya ji bo Qersê, li Qersê rewşa partiyên din de nirxand.

Temellî, diyar kir ku ji 7’ê Hezîranê heta niha HDP, li hemberî desthilatdariyê bi siyaseteke alternatîf tev digere û got:

“Tevî hemû zext û zoriyan jî li ser piya ye. Bedêl dan, lê niha hîn xurtir e.

Ji ber vê me starta hilbijartinê hem li Qersê hem jî li Cizîrê da.”

Temellî, anî ziman ku ew dixwazin rê li ber rewşa heyî bigirin û Qersê veguherînin bajarekî mînak.

TEMELLÎ: ÎDIR DUH Û ÎRO YA ME BÛ Û SIBE JÎ YA ME YE

Temellî piştî Qersê berê xwe da Idirê.

Hevserokê HDP’ê û şandeya pê re piştî navçeya Tozanê ya Îdirê derbasî Navenda Îdirê bû.

Temellî ê ku bi girseyî hat pêşwazîkirin li ser otobusê xîtabî gel kir û got:

“Îdir duh jî ya me bû, îro jî ya me ye û dê sibê jî ya me be.

Em ê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û em ê li Îdirê demokrasiya herêmî carek din nîşanî her kesî bidin. ”

BULDAN BERSIV DA ERDOGAN: NE HEDÊ WE YE ME JI VIR DERXIN

Her wiha Şandeya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan navçeyên Qileban û Elkê yên Şirnexê ziyaret kir.

Pervîn Buldan li Qilebanê axivî û diyar kir ku îtîfaqa kurdan a hat avakirin kes nikare xera bike û wiha bersiva Erdogan da:

“Ne hedê we ye hûn me ji vî welatî derxin.”

Buldan û şandeya xwe ji bo buroya hilbijartinê vekin derbasî Navçeya Elkê bûn.

GEL NAMZETÊN HDP’Ê BI HEZKIRIN PÊŞWAZÎ DIKE

Li aliyê din Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê li her cihê ku diçinê rastî eleqeyek mezin tên û bi heskirin tên pêşwazîkirin.

Namzetên Hevşaredariyên Bajarê Mezin ê Meletiyê û navçeya Battal-gazî rastî coşa gel hatin.

LI STENBOLÊ ÊRÎŞÎ BUROYA HILBIJARTINÊ YA HDP’Ê KIRIN

Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê ku serketina HDP’ê dibînin, zext û êrîşên xwe zêde kirye.

Kesên nasnameya wan ne diyar, duh bi şev êrîşî buroya hilbijartinê HDP’ê ya Esenler kirin.

Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Esenler Celal Alphan, bal kişand ser êrîşê û got:

“Ev êrîş ji ber zimanê bijehr ê Serokkomar Erdogan û rayedarên Enqerê pêk tên.”

Leave a Reply

Back to top button