Li Sehl El-Xab leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin

Şerê li Sûriyê li dar e û herî dawî leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku, li Sehl El-Xab çeteyên Tirkiyê, deverên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Elbereke bombebaran kirin.

Di encamê de, leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin.

Çavdêriyê her wiha ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bi topan, gundên Zeqûm û Qilêdîn ên li Sehil El-Xab, kirin armanc.

Lê ti agahê derbarê ziyanên topbaranê, nehatin bidestxistin.

Back to top button