Brîtanya fermî ji bazara “YE” derdikeve

Piştî 47 salan, Brîtanya fermî ji bazara Yekîtiya Ewropayê derdikeve û destê wan ji hev qut dibe.

Brîtanya duh Pêncşemê seat 23:00an, fermî ji bazara Yekîtiya Ewropî derket.

Serokwzîrê Brîtanyayê Boris Johnson di daxuyaniya sala nû de ragihand ku “Brexit” gaveke baş e û êdî welatê wê dê ji têkiliyên derve re vekirî be.

Johnson her wiha teqez kir ku, ew niha azad in û divê vê derfetê ji dest nebin.

Lihevkirina Brexit ku tê wateya “derketina Brîtanya ji YE”, 2016 di encama referandumekê de hat erêkirin.

Back to top button