Hemdan El-Ebid: Tirkiye dixwaze mîna Lîwa Iskenderon bike

Li ser êrîşên berdewam ên dewleta Tirk li ser herêmê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid eşkere kir ku “Tirkiye dixwaze ji deryayê heta Kerkûk û Mûsilê dagir bike” û da zanîn ku “Rûsya di bin maseyê de hevkar e, da dagirkirina Tirk ji herêmên Sûriyê re berfireh bibe.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid teqez kir ku guhertina demografîk û siyaseta Tirkkirinê li herêmên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê ve tên meşandin..

Berî çend rojan, Meclisa Herêmî ya girêdayî dewleta Tirk li bajarê Serê Kaniyê biryarek ji bo derxistina nasnameyan ji penabarên Iraqî re dabû.

Ev yek di çarçoveya hewldanên dagirkeran ên guhertina demografiya herêmê de pêk tê.

Piştî piştrastkirina gelek aliyên peywendîdar, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid El Ebid jî ev yek teqez kir.

Dewleta Tirk alên Tirkiyê li ser dibistanan li ba dike û zimanê Tirkî li şûna zimanê resen bi darê zorê ferz dike.

Dewleta Osmanî jî li Lîwa Iskenderon ev yek kir û piştre nasnameyên Tirkî dan wan û beşdarî hilbijartinan kir. ”

Hemdan El-Ebid: Tirkiye dixwaze heta bi Kerkûk û Mûsilê dagir bike

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku ferzkirina lîreya Tirkiyê tekez dike ku Tirkiyê herêmên Sûriyê yên dagirkirine wekî erdnîgariya xwe dibîne û hebûna wê li wir wê dirêj bike.

El Ebid da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya nexşeya ku pêşkêşî NY kiriye, dixwaze ji Deryayê heta bi Mûsil û Kerkûkê dagir bike û weke ku dewleta Osmanî kir, van herêman jî tevî Lîwaya Iskenderon bike.

Têkildarî êrîşên heman dewleta dagirker li ser herêmê, Hemdan El-Ebid diyar kir ku QSD’ê heta niha li gorî agirbestê tev digere.

Ev serê 16- 17 rojan e, li Eyn Îsa êrîş û topbaran li herdu aliyên rêya M4 pêk tên û diyar e Trikiye dixwaze vê rêyê bi dest bixe.

Her wekî, gundê Mişêrfa, Cehbel û Mielek armancên sereke yên vê dewleta dagirker in.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî, li ser pêyan in û heta niha rê nedane tu pêşketineke komên çete.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser dawiyê bang li tevahî cîhanê û NY’yê kir ku dagirkeran ji herêmên wan derxînin û zextê li Rûsyayê bikin da dawî li şer were anîn.

Back to top button