LAVROV:  DEST BI GERA XWE YA LI DEWLETÊN KENDAVÊ KIR

Careke din du qutub.. Qutbek Emerîka û hevalbendên wê û qutbê din Rûsya û hevkarên wê..
Lê vê carê ne du îdeolojî ne û ne jî şerekî sar e..
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ji bo piştgiriyeke Erebî di aloziya sûriyê de bi dest bixe, li dewletên Ereb digere..
Lavrov di mijar Idlibê jî hişyarî da dewleta Tirk û wiha got:
Divê bin navê agirbestê teror li Idlibê neyê parastin.

Beramberî civînên koma biçûk a dewletan, lûtkeyên li Qahîreyê û civîna dawiyê ya Şerm Şêx, Rûsya di aloziya Sûriyê de li piştgiriyeke erebî digere.

Di vê çarçoveyê de Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro dest bi gera xwe ya li dewletên Kendavê kir.

Sergey Lavrov serdana dewletên Kendavê (Siûdî, Kiwêt, Îmarat û Qatar) kir.

Armanca gera wî ew e ku rewşa Idlibê, avakirina komîteya zagonê û vegera Sûriyê di nava Yekitiya Erebî de nîqaş bikin.

LAVROV: DIVÊ BIN NAVÊ AGIRBESTÊ TEROR LI IDLIBÊ NEYÊ PARASTIN

Lavrov têkildarî rewşa li Idlibê nirxandin kirin û ragihand ku xalên peymana Rûsya û dewleta Tirk li ser Idlibê bi temamî pêk nehatine.

Ajana nûçeyan a Kiwêtê KUNA bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek kir..

Sergey Lavrov li ser rewşa Sûriyê jî axivî û bi taybet bal kişand ser rewşa Idlibê..

Lavrov qala peymana ku 17’ê Îlona 2018’an li Soçiyê navbera Rûsya û dewleta Tirk li ser Idlibê hatibû îmzekirin, dike..

Wezîrê Rûs diyar kir ku xalên peymana Rûsya û dewleta Tirk a li ser Idlibê bi temamî neketin meriyetê û wiha got;

Divê hevkarên me Tirk, dilsoziya xwe bi peymana 17’ê Îlona 2018’an re hatibû mohrkirin, nîşan bidin.

Li gorî xalên peymanê, Idlib herême bêçek e û diviyabû hemû endamên hêzên radîkal û çekên giran bihatana vekişandin.

Lê heta niha ev bi temamî pratîk nebûye.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov nameyeke tund ji dewleta Tirk re şand û wiha domand:

Divê bin navê agirbesta ku bi Tirkiyê re li ser hatiye lihevkirin, hebûna terorê neyê xurtkirin.

Li gorî çavdêran bazarên dewleta Tirk li ser Idlibê gihane serî û Rûsya karta êrîşê êdî nîşan dike.

Di heman çarçoveyê de jî rejîma Sûriyê ragihand ku ew ê li hemberî binpêkirinên çeteyan ên li Idlibê bêdeng nemîne.

Hêjayî gotinê ye ku di encama êrîşa çeteyan a li ser nuqteyeke rejîmê ya li Hemayê, 20 leşkerên hêzên rejîmê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button