Jinên li Şehbayê: Bi berxwedan û têkoşînê em ê tecrîdê têk bibin

Çalakiyên Grev Birçîbûnê ya li Zîndanên Tirkiyê a li dijî tecrîdê dewam dike.
Endam û Rêveberên jin yên Şehbayê piştgiriya xwe bi berxwedana zîndanan re anîn ziman. Li Kampa Penaberqan a Mexmûrê jî koma 8’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt.

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê di 27’ê Mijdarê de bi rengekî bêdem û bidorveger dest pê kir, di roja 36’an de ye û çalakî bi koma 7’an dewam dike.

Di vê derbarê de piştgiriya çalakiyê jî her roj zêde dibe.

Endam û Rêveberên Meclisa Kantona Şehbayê jî tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kirin.

Cîgira Hevseroka Meclisa Navçeya Ehrezê ya Şehabyê, Lemiya Şêxo eşkere kir ku pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî piştgiriya çalakiya girtiyên siyasî dikin.

Lemiya teqez kir ku heta ku rêber Ocalan rizgar nebe, ew ê dev ji doza xwe bernadin û her dem di nava çalakiyan de bin.

Rêveberiya Meclisa Jina Azad a Şehbayê, Sebah El-Nair jî anî zimên ku em jinên li Şehbayê tu carî ranawestin û ji bo şkandina tecrîdê em ê her di nava çalakiyan de bin.”

Endama Komîteya Meclisa Jina Azad a Şehbayê Emel Ismaîl jî girtiyên siyasî yên ku di greva birçîbûnê de ne, silav kir û wiha got:

Em dewletên navneteweyî yên ku li hember tecrîdê bêdengiya xwe diparêzin bi tund şermezar dikin.

Li Mexmûrê koma 8’emîn greva birçîbûnê dewr girt

Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan hatî destpêkirin bi dewrgirtina koma 8’emîn didome.

Li ser navê koma 7’an Tahir Gabarî axivî û anî ziman ku em di wê baweriyê de ne ku wê sala 2021’an bibe sala azadkirina Rêber Ocalan.

Back to top button