Di êrîşa li herêma Benî de 25 sivîl hatin kuştin

Li Komara Kongo ya Demokratîk di encama êrîşa hêzên çekdar yên li ser gundekê de 25 sivîl hatin kuştin.

Rêveberê herêma Benî Donat Kibuana ya êrîş lê pêk hatî ragihand ku doh di roja dawî ya sala 2020’an de, tevgera Hêzên Lihevkirî yên Demokrat (ADF) li herêmê hebû.

Artêşa welat jî dema li pey van çeteyan ket, li navçeyekê rastî 25 cenazeyan hatin.

Çeteyên ADF ji 2014’an ve zêdeyî 3 hezar sivîl kuştine

Ji 2014’an ve hêzên ADF li herêmê êrîşên xwe yên li welat didomîne.

Heta niha di encama van êrîşan de, zêdeyî 3 hezar sivîl hatin kuştin.

Ev koma çeteyan li derdora herêma Benî bi awayekî zêde karê qeçaxiyê dike.

Di êrîşa van çeteyan ya li eyaleta Kivu de gelek caran DAIŞ’ê ev êrîş li xwe digirtin.

Ev nêzî 20 salane li sîronê rojhilatê welat ji ber dewlemendiya binerdî ev çete bi êrîşan dixwazin serweriyê li herêmê pêk bînin.

Back to top button