Leşkerên Tirk li Colemêrgê ciwanek birîndar kirin

Leşkerên Tirk li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê ciwanê bi navê Reşîd Ekîncî bi guleyan birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyan, Reşîd Ekincî û hevalê xwe derketibûn seyrranê û li wir bûn hedefa artêşa Tirk a dagirker.

Gundiyan diyar kirin ku tevî ku hemû ciwan ji gund bûn jî lê dîsa leşkeran gule li ciwanan reşandin.

Parlamenterê HDP’ê Seîd Dede jî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser mijarê daxuyaniyek da û û got,

“Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê welatiyên me yên çûne seyranê, bûn hedefa êrişa çekdarî ya leşkerên Tirk.”

Back to top button