Iraqiyên li Serê Kaniyê tên bicihkirin malbatên DAIŞ’ê ne

Penaberê Iraqî Ebûd Mezel ên ji Serê Kaniyê koçber bûye diyar kir Iraqiyên ku dewleta Tirk hewl dide wan li Serêkaniyê bi cih bike, malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne û got, ” Beriya dagirkirina Serê Kaniyê ji bilî malbata min, ti welatiyên Iraqê li Serê Kaniyê tune bûn”.

Dewleta Tirk piştî ku Serê Kaniyê dagir kir malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî li Serêkaniyê bi cih kirin û nasname ji wan re derxistin.

Ev yek jî di çarçoveya hewldanên guhertina demografiya herêmê ya bi rêya bicihkirina malbatên biyanî, pêk tê.

Welatiyê Iraqê Ebûd Mezel Cebir yê 52 salî ê ji malbata El-Lanîاللاني ji parêzgeha Bîsan a Iraqê ye, ji sala 1990`î ve li Serê Kaniyê bi cih buye.

Ebûd Mezel dibêje ku wê demê ew û du malbatên iraqî (malbata Yûsif ji Besra, malbata Semîr Hisên Wesfî ji Bexdayê) hatibûn.

Ebûd Mezel diyar kir ku her du malbatên din yek ji wan çû Amerîka û malbata din jî vegeriya Iraqê û anî ziman ku tenê ew tevî malbata xwe li Serê Kaniyê man.

Ebûd Mezel anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ew bi darê zorê ji mala xwe ya li Serê Kaniyê derketin û hatin kampa Waşûkanî.

Mezel eşkere kir ku beriya dagirkirina Serêkaniyê, ji bilî wan ti malbatên Iraqî li bajêr tune bûn û got:

“Malbatên Iraqî yên niha li Serê Kaniyê tên bicihkirin, malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne û ji kampên Holê û Eyn Îsayê hatine.
Dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya herêmê û bicihkirina malbatên çeteyên xwe, hewl dide wan malbatan bi cih bike û wan bi pereyan teşwîq bike.”

Di demên dawîn de, gelek îspatên hebûna çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan li bajarê Serê Kaniyê diyar bûn.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê li Serê Kaniya dagirkirî xwepêşandanek li dar xistibûn û alên xwe bilind kiribûn.

Back to top button