Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 43 kesên din bi Coronayê ketin, 3 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 43 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li gorî desteyê kesên pêketî 33 ji wan mêrin û 10 jî jinin.

Desteyê ragihand ku jinek û mêrek li Hesekê û mêrek jî li Şehbayê ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest daye.

Desteyê diyar kir ku 10 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Bi van daneyan re jimara giştî ya pêketiyan gihaşt 8 hezar 67 kesan û bi giştî 274 nexweş mirine û hezar û 148 nexweş jî baş bûne.

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê jî kar û xebat li herêmê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê amadekariya vekirina navendek karantînayê dikin.

Back to top button