Berxwedana Civaka Êzidî bê navber dewam dike

Berxwedana Civaka Êzidî ya li dijî peymana dagirkirina Şengalê zêdeyî mehekêye dewam dike.

Çalakiya ‘Konê Berxwedanê’ ya li pêşiya Asayîşa Êzidxanê 31 roj li pey xwe hişt.

Çalakî bi dirûşma “Em hemû asayîş in” pêk tê û çalakger bi biryar in ku heta Asayîşa Êzidxanê bi rengekî fermî bê qebûlkirin, berxwedana xwe dewam bike.

Duh bi şev jî xelkê Şengalê serdana konê berxwedanê kirin, agir pêxistin stran gotin û sala nû pîroz kirin. kir.

Rojane ji gund, bajarok û navçeyên Şengalê gelek kes serdana Asayîşê dikin û bi çalakiyê xwedî lê derdikevin.

Back to top button