NEMA MANEWRAYÊN HEVPAR DIKIN

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Koreya Başûr dawî li tetbîqata mezin a leşkerî anîn ku salane pêk tînin.

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr bi daxuyaniyekê ragihand, wê dawî li tetbîqatên xwe yên hevpar ên navbera Emerîka û Koreya Başûr bînin ku her sal tên lidarxistin.

Hate ragihandin, ev biryar piştî axaftineke bi telefonê ya navbera rayedarên Washîngton û Seûlê hatiye dayin.

Tetbîqatên leşkerî yên salane ku bi beşdariya bi hezaran kesî dihate kirin, ji aliyê Koreya Bakur ve weke “amadekariya dagirkeriyê” dihate dîtin.

Tetbîqata فول ايغل bi giranî meha biharê dihate kirin.

Berê 200 hezar leşkerên Koreya Başûr û 30 hezar leşkerên Emerîkî tevlî van tetbîqatan dibûn.

Koreya Bakur û Koreya Başûr hîn ji aliyê teknîkî ve di nava şer de ne.

Her wiha rêveberiya Washîngotn û Pyong-yangê li hev rûdinên.

Tê gotin ku van danûstandinan bandor li vê biryara leşkerî kirine.

Leave a Reply

Back to top button