Amerîka budceya Pentagonê tevî vetoya Trump erê kir

Kongressa Amerîkî budceya sala 2021’ê ya Wezareta Parastinê “Pentagon” ku tê de cezayên aborî li ser Tirkiyê jî hene, derbas kir.

Senatoya Amerîkî ku di destê komarparêzan de ye, bucdeya Pentagonê ku 740 milyar dolar e, tevî vetoya Donald Trump, bi dengdana 81 endamî, erê kir.

Serokê Amerîkî Donald Trump 23 Kanûna 2020’an projeqanûna budceya Pentagonê veto kiribû. Li dijî vê gavê, piraniya parlamenterên komarparêz berî ku dema Trump bi dawî bibe, tev li hevalên xwe yên demokrat bûn.

Projeqanûna Amerîkî, ji ber kirîna pergala S-400 a Rûsî, cezayên aborî li ser Tirkiyê jî digire nava xwe.

Back to top button