Li Misirê, di encama teqîna mayînekê de, 2 leşkerên artêşa welêt hatin kuştin.
Berpirsên ewlehiyê ragihand ku duh li bakurê herêma Sîna ya Misirê, di encama teqîna mayînekê de, 2 leşkerên artêşê hatin kuştin û 5 jî hatin birîndarkirin.
Ev teqîn, dema ku hêzên artêşê navçeya Bi’r El-Ebid ji mayînan paqij dikirin, rû da.
Çeteyên DAIŞ’ê jî bi daxuyaniyekê ev teqîn û teqîna Çarşêmê ku tê de leşkerek hatibû kuştin û 3 jî hatibûn birîndarkirin, girtin ser xwe.