Parlamenterekî herêmî bi mayîneke Hereket El-Şebab hat kuştin

Li Somalyayê, parlamenterekî herêmî di encama êrîşekê de hat kuştin.

Li gorî agahiyên ragihandinê, Înê li wîlayeta Jobaland El-Mehelî li başûrê Somalyayê, ji ber teqîna mayînekê ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin, parlamenterê herêmî yê bi navê Xilêf Haşim Mogî hat kuştin.

Yekser piştî teqînê, çeteyên Hereket El-Şebab bi daxuyaniyekê ev teqîn girt ser xwe.

Jixwe, di mehên dawî yên par de, çeteyên Hereket El-Şebab li dijî artêşa welêt gelek êrîş pêk anîbûn û di encamê de, kuştî û birîndar ji herdu aliyan çêbûbûn.

Back to top button