Tirkiyê erka hêza NATO ya li dijî Rûsya girt

Tirkiyê erka birêvebirina hêza NATO’yê ya ji bo aloziya Ukraniyayê hatibû avakirin, dewr girt.
NATO bi vê gavê dixwaze bandorê li têkiliyên Rûsya û Tirkiyê bike û wan bîne beramberî hev.

Bi sala nû re, dewleta Tirk erka birêvebirina hêza NATOyê ya ku ji bo aloziya Ukraniyayê hatibû avakirin, ji Polonyayê dewr girt.

Ji ber vê aloziya navborî, hêzên Hevebdniya NATOyê li dijî Rûsan hêzeke pîşedar a leşkerî amade kiriye.

Ev hêz ji 6 hezar û 400 leşkerî pêk tê.

4 hezar 200 ji wan, wê ji leşkerên dewleta Tirk pêk bên.

Yên mayî jî wê ji hêzên dewletên weke Macaristan, Polonya, Romanya, Îtalya, Brîtanya, Spanya, Amerîka, Letonya, Slovakyayê bin..

Hevbendiyê ragihand ku dewleta Tirk, li gel 4 hezar û 200 leşkerî, bi çek û cebilxaneyekî mezin jî beşdar bûye.

Ev gav asta têkiliyên dewleta Tirk û NATOyê nîşan dide û erkgirtina dewleta Tirk ya vê hêzê, dide xuyakirin ku tevî hemû pirsgirêkên heyî jî, wê têkiliya wan a leşkerî bê pirsgirêk here serî.

Çavdêr dibînin ku NATO bi vê gava xwe dixwaze bandorê li têkiliyên Enqere û Moskoyê bike û karibe wan bîne beramberî hev.

Jixwe Tirkiye weke endameke Hevbendiyê ku nabe ti çekekî Rûsî bikire, pergala S-400 ji ya dawî wergirtibû û ji bo wê jî Amerîka hinek ceza li hin kompaniyên parastinê yên Tirkiyê birîn.

Back to top button