Ilham Ehmed: Wê herêmên me bibin navendên demokrasiyê yên Sûriyê

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Ilham Ehmed destnîşan kir ku wê herêmên Xweseriya Demokratîk li Sûriyê bibin navendên demokrasiyê yên hevpar ên Sûriyê û divê cîhan û bi taybet Rûsya destekê bide projeya Rêveberiya Xweser. Ilham da zanîn ku di sala nû de armanca wan a sereke jî bidawîkirina dagirkeriyê ye.

Ilham Ehmed anî ziman ku wê herêmên Xweseriya Demokratîk bibin navendên demokrasiyê yên hevpar ên Sûriyê û divê cîhan destekê bide projeya Rêveberiya Xweser û taybet Rûsya.

Ji bo nirxandina xebatên salekê, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk/MSD Ilham Ehmed ji ajansa nûçeyan ANF’ê re axivî.

Ilham Ehmed destnîşan kir ku xebatên ji bo demokratîkkirina Sûriyê didomin û îşaret bi sedemên kûribûna aloziya Sûriyê kir:

“Fikirê hikûmeta Şamê nehatiye guhertin û ji guherîn û nûbûnan ditirse, ev jî ji sedemên kûrbûna aloziyê ne.

Destwerdana dewleta Tirk li aloziya Sûriyê û parçekirina gelên wê jî sedemeke sereke ya vê aloziyê bû.

Her wiha nebeşdarkirina nûnerên 5 milyon Sûrî ji bo komîteya Destûra nû ya Sûrî.”

Ilham destnîşan kir ku ku vegera ji vê rewşê, tenê rêyek xwe heye, ew jî xeta Netewa Demokratîk a Sûriye.

Seroka Desteya Rêveber a MSD naskirina Rêveberiya Xweser û pejirandina wê deynê hemû mirovahiyê dît.

Ilham dibêje divê cîhan erka xwe bi cih bîne û destekê bide vê projeyê û di serî de jî Rûsya.

Ilham her wiha ji bo şandina alîkariyê ji herêmê re, da xuyakirin ku di dema pêş de dibe raya giştî ya navneteweyî û NY bi Rêveberiya Xweser re peymanan îmze bikin.

Ilham Ehmed: Di sala nû de armanca me ya bingehîn bidawîkirina dagirkeriyê ye

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê li ser armancên sala nû jî ev nirxandin kir:

“Armancên me xurtkirina xebatên Rêveberiya Xweser in.

Wê pêşiya pirsgirêk û qeyranan bê girtin, wê pêşketinên mezin di xebatên rêveberiyê de derkevin holê.

Di sala nû de, ji armancên me yên herî bingehîn, bidawîkirina dagirkeriyê û têkoşîna xweparastinê li cîhanê dane bihîstin in.

Wê herêmên Xweseriya Demokratîk bibin navendên demokrasiyê yên hevpar ên Sûriyê.

Danûstandinên bi muxalefeta Sûriyê û xebatên hevpar bi hemû aliyên çareseriyê re, projeya me ya hevpar e.”

Back to top button