​​​​​​​Hamid El-Ferec: Êlên Ereb ji bilî Rêveberiya Xweser MSD û QSD ti hêzên din naxwazin

Bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê û bi taybet li ser Eyn Îsayê. Serokê eşîra El-Welde Hamid El-Ferec piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û QSD’ê re, nêşan da.
El-Ferec diyar kir ku êlên ereb, ji bilî Rêveberiya Xweser, MSD û QSD ti hêzên din naxwazin û da zanîn ku heyê wan ji peymanên Rûs û Tirkan heye..

Rûspiyê eşîra El-Welde Hamid El-Ferec anî ziman, ku di berxwedana li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê de, eşîra El-Welde û êlên ereb bi giştî, piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin.

Êlên Ereb li şûna Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk ti hêzeke din naxwazin.

Bi qehremantiya QSD’ê, gelê me ji hovantirîn terora li cîhanê, rizgar bû.

Serokê eşîra El-Welde bi bîr xist ku QSD’ê, gelê herêmê ji DAIŞ û komên terorîst rizgar, kir û niha dewleta Tirk dixwaze komên terorîst ji nû ve vejîne.

El-Ferec bêdengiya Rûsyayê têkildarî van êrîşan şermezar kir û diyar kir ku haya wan ji peymanên navbera Rûsya û Tirkyê heye.

Lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyê de, didin xuyakirin ku Rûsya li herêmê ne hêzeke garantor e.

Em ti carî, bazarê li ser xwîna şehîdên xwe yên ku ji bo rizgarkirina herêmê şehîd ketine, nakin.

Serokê eşîra el- Welde Hamid El-Ferec di dawiyê de ev pirs kir; dema DAIŞ û komên terorîst ên din tevahiya sînorê Sûriyê-Tirkiyê dagir kiribûn, ewlehiya xwe neparast?

Ev yek dide xuyakirin ku dewleta Tirk tenê şerê projeya netewa demokratîk, biratiya gelan û nimuneya zindî ya demokratiyê dike.

Back to top button