Çeteyên Tirkiyê li gundê El-Melaca leşkerekî hikumeta Şamê kuşt

Çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên başûrê Idlibê, leşkerekî hikumeta Şamê kuşt.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên Tirkiyê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li gundê El-Melaca yê başûrê Idlibê topbaran kir û di encamê de, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Çeteyan li heman gundî jî, karwanekî leşkerî yê hêzên hikumetê bi temamî rûxand.

Navenda Çavdêriyê her wiha diyar kir ku çeteyan deverên hêzên hikumetê li Sehil El-Xab jî da ber topan.

Li gel van êrîşan, Çavdêriya Sûrî piştrast kir ku, ev derdora 48 seatan e, balafirên Rûsî li asîmanê herêma qaşo bêçek difirin.

Back to top button