Qaanî: Em ê tola Silêmanî û El Muhendisî hilînin

Bi nêzbûna salvegera kuştina Qasim Silêmanî, Îran gefên armanckirina hêzên Amerîkî dixwe.
Iraq û Amerîka jî soza bersivdanê didin Îran û çekdarên bi ser wê ve, eger ti êrîşê li dijî baregehên Amerîkî pêk bîne.

Sibe 3 Çileya 2021’ê, salvegera yekem a kuştina fermandarê Feyleq El-Quds ê Îranê Qasim Suleymanî û fermandarê Heşd El-Şabî Ebû Mehdî El-Muhendis e.

Ji ber vê yekê, Îran û Amerîka cardin li hev hatine xezebê û li dijî hev, gefên êrîş û bersivdanê dixwin.

Fermandarê Feyleq El-Qudis Ismaîl Qaanî yê ku li şûna Silêmanî hat erkdarkirin, eşkere gef li hêzên Amerîka xwar û got:

“Ez eşkere dibêjim ku rêya hêzên Quds û liberxwederan, dê bi van êrîşan neyê guhartin.

Di malên we de jî, kesên ku sûcdaran ceza bikin, hene.”

Qaanî Çarşema borî parlamena Îranî agahdar kiribû ku, çekdarên bi ser ya dawî ve amade ne ku li herêmê çalakiyên leşkerî di nava tingijînên heyî de pêk bînin.

Fermandarê Pasdarên Îranê Hisên Selamî jî diyar kir ku ew amade ne bersivê bidin çi êrîşeke Amerîkî ya payînkirî.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham li ser vê yekê, hişyarî û soza bersiveke tund da rejîma Îranê û got “Eger pêwîs bû, em ê bi tundî li arandinên Îraniyan vegerînin.”

Li gorî Rojnameya “The Wall Street Journal”, Iraqê jî ji aliyê xwe ve hişyariyeke tund daye çekdarên bi ser Îranê ve, eger ti êrîşan li dijî dîplomat û hêzên leşkerî yên Amerîkî pêk bînin.

Rojnameya New York Times jî da xuyakirin ku, dibe Îran vê hefteyê hin baregehên Amerîkayê armanc bikin.

Îran dê Uranyomê 20% dewlemend bike

Li aliyekî din, Ajansa Navneteweyî ya Enerijiya Atomî da zanîn ku Îran binêt e rêjeya dewlemendkirina Uranyomê heta 20 % bilind bike. Îran jî vê weke behaneya êrîşkirina Amerîkayê dibîne.

Şanderê Rûsî yê Ajansa Navneteweyî ya Atomî di vê derbarê de got:

“Îranê Ajans agahdar kiriye ku Uranyomê heta sayîbûna 20 % dewlemend bike.”

Nûçeyên dewlemendkirina Uranyomê, kaxezeke zextê ye li ser serokê Amerîkî yê hilbijartî Joe Biden, da ku digel Îranê tev li hevpeymana nuklerî bibe.

Back to top button