Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Ji bo çûyîna desthilatdariyê roj tên jimartin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku êdî sebra civakê li hember zext û tundiya tifaqa AKP’ê û MHP’ê nemaye û got: “Ji bo îqtîdarê jimartina ber bi paş ve zûve dest pê kiriye. Divê her kes li dijî pergala tecrîdê jî têbikoşe.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand.

Ebru destnîşan kir ku îqtidara AKP-MHP’ê vîrûsa korona ji xwe re zivirand fersendê da zanin ku rûyê îqtîdarê yê rasteqîn xwe di sala 2020’an de di warê kedkar, feqîr, jin, ciwanan de baş eşkere bû.

Ebrû Gunay: Kujer hatin berdan, siyasetmedar di hundir de ne

Ebrû Gunay balkişande ser yasaya înfazê ku dema pandemiyê de xiste meriyetê û got;

Destdirêjkar, serkêşên mafya, dizek, bazirganên hişbir û kujer berdan, siyasetmedar jî girtin.

Ebru Gunay: Me salek tije tundî, zext û girtinan li pey xwe hişt

Berdevka HDP’ê têkildarî nîqaşên “lêgerîna tazî” da zanin ku di nava civakê de kesên “digotin lêgerîna tazî nîne” hatin tehşirkirin. Ji ber vê yekê jî îqtîdar serî li zext, tundî û zorê dide.

Ebru da zanîn ku HDP’ê li gel hemû zextan jî carek din nîşan da ku kes nikare wê bêdeng bike.

“Nîqaşa girtina HDP’ê jî ji ber xûrtbûna HDP’ê dikeve rojevê. Girtina partiyek ku ewqas li ber xwe dide û têdikoşe û serî natewîne ne hedê kesî ye û ne hêsan e. Hebûna HDP’ê temînata azadî, demokrasî, aştî, aramî, wekhevî, parastina mafê mirovan,hemû civakan e.”

Ebru Gunay: Jin têkoşîna xwe didomînin

Berdevka HDP’ê bal kişand ser têkoşîna jinan a di nava salê de li pey xwe hiştine û got:

“Dixwazin Peymana Stenbolê paş de bidin. Lê em jin mafek wiha nadin desthilatdariyê. Heke gotinek hebe jî em xwedî wê gotinê ne û em pergala xwe ava bikin. Jin li her qadê têkoşîna xwe ya li dijî zilmê, zext û qetilkirinan didomînin.”

Ebru Gunay: AKP Dixwaze bi tecrîdê xwe li ser pêya bigire

Ebru teqez kir ku îqtîdara AKP’ê xwe li ser rejîma tecrîdê li ser pêya dide girtin û wiha domand;

Dema mirov behsa tecrîdê dike, birêz Ocalan tên bîra me.

Tecrîdkirina birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn.”

Gunay bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daye destpêkirin û wiha bi dawî kir;

“Destpêkirina grevên birçîbûnê tê wê wateyê ku îqtidar di polîtîkaya tecrîd, şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê de îsrar dike.

Divê her kes deng bide dengê têkoşîna aştî û dengê girtiyên azadiyê. Berevajî vê wê encamên xerab bi xwe re bîne.

Back to top button